Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê derziya Koronayê wergirt
PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, derziya Koronayê wergirtin û ji bijîşk û karmendên tendirustiyê daxwaz kirin derziyê bi kar bînin.
Dr. Saman Berzincî diyar kir: “Ji bo handana bijîşk û karmendan û ji bo baweriya bi bikaranîna vê derziyê, me derziya Koronayê bi kar anî. Em dixwazin rûbirûyî wê propagandayê bibin ku derbarê bikaranîna derziyê de tê kirin.”
Berzincî eşkere kir: “Eger ev derzî berdest be, bikaranîna wê erk e, silametiya vê derziyê hatiye piştrastkirin, em ji bijîşk û karmendên tendirustiyê yên ku li eniya pêş a rûbirûbûna Koronayê ne, daxwaz dikin; demildest beşdarî wergirtina derziyê bibin.”
Herwiha îro Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed jî derziya Koronayê wergirt.
Li aliyê din, Dr. Saman Berzincî di civîneke çapemeniyê de got: “Ez îro bi Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê re axivîm, biryar e 15ê vê mehê beşeke din a derziyê bigihe Herêma Kurdistanê ku bi qasî 178 hezar derzî ye. Em hewl didin di dahatû de beşeke din jî bigihîje û her kes derziyê werbigre.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin