Wezîrê Tirk ji bo hinardeya petrola Kurdistanê serdana Bexdayê dike

09 October 2023 17:50 0 dîtin
Wezîrê Tirk ji bo hinardeya petrola Kurdistanê serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezîrê Enerjiyê û Samanên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, ji bo gotûbêjkirina hinardeya petrola Kurdistanê cardin serdana Iraqê dike.

Li gorî nûçeya Reutersê çavkaneyên Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihandine ku dê ji bo gotûbêjkirina jinûve destpêkirina hinardeya petrolê Bayraktar serdana Iraqê bike.

Derbarê dema serdanê de ti agahî nehatiye dayîn, lê hatiye diyarkirin ku ji ber pirsgirêkên darayî û teknîkî li ser daxwaza Bexdayê hinardeya petrolê ji meha Adara borî ve hatiye astengkirin.

AlparslanBayraktar 24ê Tebaxê jî serdana Iraqê û Kurdistanê kiribû. Herwiha tê çaverêkirin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî serdana Iraq û Kurdistanê bike.

Berpirsê Peymangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî ragihadiye ku Amerîka, Fransa û Brîtanya hewl didin ji nû ve hinardeya petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de dest pê bike.