WHO ji pêsxistina derziya koronayê resbîn e: Vîrus xapînok e!..
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) derbarê çêkirina derziya vîrusa koronaya nû Covid-19 de ku bûye sedema mirina 290 hezar kesan li seranser dinyayê û 4 milyon û 307 hezar zêdetir kes pê ketine daxuyanî da.
Li gorî WHOyê gelek welat li ser pêşxistina derziya nehiştina koronayê dixebitin.
Berdevka WHOyê Margaret Harris, li ser wan xebatên bo nehiştina pandemiya koronayê got, “Vîrusa koronayê gelekî xapînok e û ji ber vê jî pir zehmet e derziyek were pêşxistin.”
Harris got, hin rêbazên tedawiyê yên vê dawiyê nexweşiya Covid-19 sivik dikin û dema nexweşiyê kêm dikin, lê belê di destê wan de ti tiştekî ku vîrusê tune bike yan jî bide rawestandin tune ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin