Williams: Divê demildest hemahengî di navbera hêzên Kurdistanê û Iraqê de were dirustkirin

01 May 2021 16:30 0 dîtin
Williams: Divê demildest hemahengî di navbera hêzên Kurdistanê û Iraqê de were dirustkirin

PeyamaKurd – Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê David Williams, li ser êrîşa DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerge diyar kir: “Ev êrîş bi bîr tîne ku hê jî DAIŞ gefeke cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Kolonel David Willams ji K24ê re daye zanîn: “Em sersaxiyên xwe arasteyî malbatên Pêşmergeyên şehîd dikin û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.”

David Willams destnîşan kir: “Ev êrîş bi bîr tîne ku hê jî DAIŞ gefeke cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê, loma divê demildest hemahengî di navbera hêzên Kurdistanê û Iraqê de li deverên cihê nakokiyê were dirustkirin.”

Willams eşkere kir: “Yek ji xalên hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, damezrandina navenda hevbeş e li wan deveran, da ku rêgirî li encamdana êrîşên weke şeva borî were kirin û herwiha hemahengiyeke din e ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê.”