WSJ: "Rûsya, alîkariya êrîsên Hûsiyan dike"
PeyamaKurd – Rojnameya Amerîkî Wall Street Journalê (WSJ) nivîsand ku Rûsyayê alîkariya êrîşên Hûsiyan li Deryaya Sor kiriye.
Di nûçeya rojnameyê de ji devê “çavkaniyek nediyar” û “2 berpirsên parastinê yên Ewropayê yên ku navê wan nehate zanîn”, hatiye ragihandin ku Rûsyayê daneyên satelaytê dane Hûsiyan. Her wiha hat îdiakirin ku daneyên satelaytê yên ku ji bo diyarkirina pozîsyona rast a keştiyan tên bikaranîn bi navbeynkariya Îranê ji Yemenê re hatine şandin.
Di nûçeyê de tu hûrgiliyên din derbarê cewherê daneyên satelaytê yên navborî, dirêjahiya hevkariya di navbera Rûsya û Hûsiyan û rola Îranê ya di vê mijarê de cih negirtiye.
Piştî 7ê cotmehê, Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike, dest bi armanckirina keştiyên bazirganiyê kirin ku dikevin Deryaya Sor, bi hinceta wan keştiyan desteka lojîstîk bo şerê Îsraîlê yê li Xezeyê peyda dikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin