Xebatên ji bo dîtina xwendekara wenda Rojîn Kabaîsê di roja 15an de berdewam dikin

12 October 2024 12:40 0 dîtin
Xebatên ji bo dîtina xwendekara wenda Rojîn Kabaîsê  di roja 15an de berdewam dikin

PeyamaKurd –  Xebatên ji bo dîtina  xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşa wenda, ku piştî ji wargeha zanîngehê  derketî û agahî jê nayên wergirtin, di roja 15an de berdewam dikin.

 Xebatên ji bo xwendekara wenda ya didomin ku herî dawî 2 roj berê destmala sere wê hatibû dîtin, heta niha jî nehatiye dîtin. Li ser agahdarkirina hevalên wê ku gotibûn çûye keviya Gola Wanê keviran bide hev û ji 27ê Îlonê û vir ve wenda ye, lêgerîn li derdor û hindurê  Gola Wanê didomin.

Serê pêşîn telefona wê ya destan û guhikê wê li keviyê Gola Wanê hatibûn dîtin

Fermandariya Koma Ewlehiya Peravê ya Gola Wanê, Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê, Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, Buroya Xizmetên Behrevaniyê û Behrevaniyê, Fermandariya Koma Binê Avê û ekîbên melevaniyê yên AFADê bi kameraya binê avê li kûrahiya golê dixebitin.

Malbat û xizmên Kabaiş li qada ku lêgerîn lê hat kirin li bendê ne.

Herî dawîn 2 roj berê li keviya Gola Wanê destmala serê wê hatibû dîtin. Bavê Rojînê destmala ku ekîban li nêzî gundê Bardaçiyê ku bi qasî 500 metre dûrî keviya Golê dîtibûn weke ya keça xwe peyitand.