Xebatên ji bo dîtina xwendekara wenda Rojîn Kabaîsê didomin

06 October 2024 21:01 0 dîtin
Xebatên ji bo dîtina xwendekara wenda Rojîn Kabaîsê didomin

PeyamaKurd Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Rojîn Kabaîşa xwendekara beşa geşedana zaroka ye li zanîngehê Yuzunci Yilê ya Wanê berdewam dikin ku ji 27ê Îlonê vir ve agahî jê nayê wegirtin.

Ji Rojîn Kabaîşa xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji 27ê Îlonê û vir ve agahî nayê wergirtin ku ji hevalên xwe re gotiye ku ew ê here keviya golê û keviran kom bide hev.

Ji bo dîtina Rojîn Kabaîşa ku li keviya golê telefona wê ya mobîl tevî berguhê hatibû dîtin, ekîb bi drona bi kameraya termal hem li keviyê û hem jî di hundirê golê de lêgerînê dikin.

Tîmên Parastina Peravan ên Gola Wanê, Tîmên Keştiyê yên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê li gel tîmên Amiriya Koma Binê Avê li derdora Gola Wanê ji bo dîtina xwendakara wenda, bi cihaza nîşandana binê avê di golê da lêgerînê didomînin.

Her weha tîn bi kesên herî dawî bi Rojînê re axivîne û bi şêniyên avahiyên nêzîkî cihê bûyerê re jî axivîne û xebatên xwe didomînin.

Li herêma ku lê lêgerîn tê kirin, malbata wê xwendekara wenda jî li benda agahiyekê ye.