Xelkê Fransayê, li dijî pêsnûmeya Macron rabû ser piyan!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatin ragihandin, li paytexta Fransayê ya Parîsê, bi deh hezaran kes daketin kolananan û pêşnûmeya qanûna malnişîniyê ya nû ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, protesto kir.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, pêşnûmeya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a malnişîniyê ya ji temenê 62yan bû temenê 64, nerazîbûn derket û ev yek jî bû sedem ku xelk dakeve qadan û rageşî derkevin.
Hat zanîn ku li welêt ji ber grevên roja pêncşemê dest pê kiribûn, jiyan rawestiyaye û servîsên trênê hatine betalkirin, perwerdehiya li dibistanan hatiye rawestandin.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Fransayê, di 3 rojên dawî de zêdeyî 1 mîlyon kes li kolanan çalakî li dar xistine.
Hat zanîn ku sendîkayan jî ragihandinê ku heta Macron pêşnûmeyê paşve nekişîne, dê xwepêşandan û grev berdewam bikin.
Li gorî daneyên hatin parvekirin, zêdetirî 5 hezar polîs beşdarî xwepêşandanên li Parîsê bûne û zêdeyî 40 çalakvan hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin