Xendek û tunelên saneyên nihênî yên DAISê di nav kampa Holê de hatin dîtin
PeyamaKurd – Xendek û tunelên şaneyên nihênî yên çekdarên DAIŞê, ji aliyê Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve di nav kampa Holê de hatin dîtin.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê do Çarşemê 3ê Tebaxê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên wan li nav kampa Holê ku 40 kîlometreyan ji rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dûr e, hin xendek û tunelên DAIŞê dîtine.
Herwiha hat ragihandin, şaneyên nihênî yên DAIŞê piştî tawanên xwe yên li nav kampê, ji bo revê û xweveşartinê ew tunel bikaranîne.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin: “Piştî ku derbarê veşartgehên endamên DAIŞê yên li kampa Holê agahî ji hêzên me yên ewlekariyê re hatin, hêzên me îro Çarşemê 3ê Tebaxê, xendeqên ku şaneyên razayî yên DAIŞê piştî kuştina şêniyên hundirê kampê ji bo veşartinê bikartînin dîtin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kirin, hêzên wan bêyî ku tu kesî tê de bibînin, girtine ser tunelan û ew bi axê tije kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin