Xortê li Batmanê ketibû avê, cesedê wî hat dîtin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Batmanê li gundê Giresîra (Balpınar) ku niha şaredariye, xortekî bi navê Muhammet Tatlı (17) dema ji bo xwe hînik bike kete avê û ket berpêlên avê. Tîmên rizgarkirinê di avê de lê geriyan û di ancemê de cenazê wî dîtin lê can dabû. Tatlı ji Diyarbekirê bi mêvandarî çûye Batmanê.
Di xebata lêgerîna cesedê Tatlı de tîmên 112an, AFAD, Îtfaiye û cendirme wezîfe girtin. Tîmên îtfaiya Batmanê li ser avê û bin avê lêgerîna xwe kirin heya xwe gihandin cesed. Cenazê xort ji bo otopsiyê birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin