Xortekî Kurd di zîndanên rêjîma Sûriyê de bi êskenceyê hat kustin
PeyamaKurd – Xortekî Kurd ê ji herêma Efrînê, di zîndanên rêjîma Sûriyê di bin êşkenceya hovane de hat kuştin.
Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo daye zanîn, xortê Efrînî Azad Ebdulqadir Soran ji berî du mehan ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê li Helebê hatibû revandin, do di girtîgeha Îstixbarata Siyasî de di bin êşkenceya hovane de hat kuştin.
Mistefa Şêxo destnîşan kiriye, Azad Ebdulqadir Soran berî du mehan li ser rêbenda di navbera taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd de ji aliyê koma El-Baqir yê ser bi rêjîma Sûriyê ve hatibû revandin, piştî ku rastî êşkenceya hovane de hat ji bo Nexweşxaneya Leşkerî hat veguhastin û li wir can da.
Herwiha eşkere kiriye, Azad Ebdulqadir Soran ji gundê Xilalka ya Efrînê ye, 35 salî ye û bavê 3 zarokan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin