Rûsya: Bila kurd bi rêjîma Sûriyê re dest bi danûstandinê bikin

18 February 2019 12:48 0 dîtin
Rûsya: Bila kurd bi rêjîma Sûriyê re dest bi danûstandinê bikin

PeyamaKurd- Rûsya daxwaz ji kurdên Sûriyê dike bi rêjîma Sûriyê re dest bi danûstandinê bikin ji ber ku tekane çareserî ew e. Serokê Sûriyê jî dibêje, tenê Sûriye dikare kurdan biparêze ne Amerîka!

Li gorî rojnameya erebî ya Şerqul Ewset, cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov gotiye, kurd beşek in ji Sûriyê ji ber ku wê jî divê hewl bidin bi rêjîma Sûriyê re pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Wî rayedarê Rûsyayê bang li kurdên Sûriyê kiriye bi rêjîma Sûriyê re dest bi danûstandinê bikin, ji ber ku tekane çareserî ew e.

Ji aliyekî din, serokê Sûriyê Beşar Esed jî behsa rewşa kurdan kiriye û gotiye, bila ew bizanin ku Amerîka wan naparêze, Amerîka wan tenê bo xwe bikar tîne.

Esed her wiha gotiye, tenê rêjîma Sûriyê dikare kurdan biparêze!