YE, alîkariya mîsyona leskerî ya ji bo Ukraynayê dide destpêkirin
PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Yakîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê, sibê mîsyona leşkerî ya ji bo Ukraynayê dide destpêkirin.
Josep Borrell, bi rêya daxuyaniyê eşkere kir ku di vê çarçoveya mîsyona leşkerî de dê 15 hezar endamên artêşê bên perwerdekirin û ev pêvajo dê sibê bi awayê fermî dest pê bike.
Borrell bi berdewamî da zanîn ku mîsyon dê di nav çend hefteyan de operasyonel bibe.
Li ser mijarê, ji aliyê rayedarekî YEyê ve jî hatibû ragihandin ku di 15-20 welatan xwestiye tevlî vê misyonê bibin û dê lingekî çalakiyên mîsyonê yên li ser axên YEyê, li Polonyayê be, lingê din jî dê li Almanyayê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin