YE: Em ji daxuyaniya DYA ya ku wê ji WHOyê vekise bi fikar in
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku ew ji ber daxuyaniya DYA ya ku plan dike ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vekişe bi fikar in.
Yek ji berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Eva Hrncirova di civîna çapemeniyê ya rojane ya ku li Brukselê hat lidarxistin de bersiva pirsa biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji WHO da.
Hrncirova bal kişand ser girîngiya hevkariya gerdûnî ya di têkoşîna li dijî tehdîdên tenduristiyê yên gerdûnî de û got, "Em ji daxuyaniya DYA ya ku wê ji WHOyê vekişe bi fikar in."
Hrncirova got ku ew hêvî dikin ku rêveberiya DYAyê biryarê ji nû ve di ber çavan re derbas bike û destnîşan kir ku divê rexneyên Trump ên derbarê "nehevsengiyên di desteka darayî ya ku ji WHOyê re tê dayîn" werin çareser kirin.
Hrncirova diyar kir ku divê WHO van rexneyan li ber çavan bigire û ji bo "fînansekirinek ku hem pêşbînîkirî hem jî maqûl be" bixebite û got, "Em dixwazin beşdarî reformeke gengaz a WHO bibin. Ji bo pirsgirêkên hevpar pêwîstiya me bi çareseriyeke hevpar heye û eger em reforman dixwazin divê em jî bibin beşek ji wê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin