YE: Leskerên Rûs, li Ukraynayê destdirêjiya cinsî, wekî çekê bi kar tînin
PeyamaKurd-Ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hat ragihandin ku Rûsya li Ukraynayê destdirêjiya cinsî li jin û zarokan dike. Hat ragihandin ku destdirêjiya cinsî ya leşkerên Rûs, li hember jin û zarokên di navbera 10 û 78 salî de çêdibe.
Endama Berpirsiyar a Karên Navxwe ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ylva Johansson, di rûniştineke Parlementoya Ewropayê ya Komîsyona Giştî de axivî. Ylva Johansson di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya destdirêjiyê ya leşkerên Rûs a li dijî jin û zarokên Ukraynayê. Johansson da zanîn ku raportên pêbawer ên di derbarê destdirêjiyê de tên ber destên wan û ev raport her ku diçin zêde dibin.
Ylva Johansson da zanîn ku li bajarê Buçayê yê Ukraynayê, 25 jin di jêrzemînekê de ne û leşkerên Rûs bi awayekî pergalkirî destdirêjiya cinsî li 9 jinan dikin. Ylva Johansson got ku wê, duh bi Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Olha Stefanishyna re hevdîtin kiriye û di vê hevdîtinê de hatiye ragihandin ku bûyerên destdirêjiyê her ku diçin zêdetir dibin.
Hat zanîn ku di vê hevdîtinê de daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin da ku li herêmê navendên mayîna li jiyanê werin avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin