YE û NATO êrîsa ser Trump sermezar kir
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê û NATO êrîşa ser Trump şermezar kir. Trump di dema kampanya hilbijartinê de ketibû ber êrîşa yekî çekdar û birîndar bû.
Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen di ser hesabê xwe yê Xê de, daxwuyaniya xwe ya li ser êrîşa ser Trump da, ji Trump re şîfayê xwest û got ku di demokasiyê de ciyê şiddetê nîne û bûyer wê xistiye şokê.
Serokê konseya Ewrûpayê Charles Michel û sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg êrîşê şermezar kirin û ji Trump re şîfayê xwestin.
Sekreterê giştî yê NATOyê Stoltenberg di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:
“Ez bi êrîşa ser serokê berê Trump şoke bûm. Jê re şîfayê dixwazim.”
Her weha nûnerê bilind yê karên derve û siyaseta ewlehiyê yê YEyê Borrell, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got:
“Car din em bûn şahidê êrîşa ser nûnerê siyasî û ez êrîşê şermezar dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin