NATO û YEyê êrîsa terorê ya li Moskovayê sermezar kir

23 March 2024 16:58 0 dîtin
NATO û YEyê êrîsa terorê ya li Moskovayê sermezar kir

PeyamaKurd – NATO û Yekîtiya Ewrûpayê êrîşa terorê ya li Moskovayê qewimî şermezar kir. Berdevka NATOyê Farah Dakhlallah di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got:

“Li Moskovayê ew kesên ku diçûn koserê, em êrîşkarên wan şermezar dikin. Ti tiştekî nikare van sûcdarên berbat rewa nîşan bide. Ji bo qurbanan û malbatên wan em sersaxiyê dixwazin.”

Serokê konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel jî li ser bûyera Moskovayê daxwuyanî da û got:

“Ez wê êrîşa berbat ya li Moskovayê şermezar dikim. Kuştina her mirovên bê guneh, li her derî trajediya miroviye.”

Nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê û karên derve yê Yekîtiya Ewrûpayê bûyerê şermezar kir û weha dewam kir:

“Teror car din mirovên bêparastin kir hedefa xwe. Divê civaka navdewletî li hemberê bela terorê bi hevre hevkariyê bike.”