Yekîtiya Awrûpayê wê fona alîkariya koçê ya Îtalyayê zêde bike

19 April 2023 00:25 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê wê fona alîkariya koçê ya Îtalyayê zêde bike

PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê di çarçoveya têkoşîna bi koçberiyê re de, xwe amade dike da desteka ji bo Îtalyayê zêde bike. Endamê komîsyonê Johannes Hahn, di rûniştina giştî ya parlementoya Awrûpa ya li Strazburga Fransayê de axifî. Hahn, behsa girîngiya tevgera li hemberê kesên ku dixwazin xwebispêrin wan welatan kir û got ku divê li hemberê koçberan di nav welatên YA de hevkarî hebe û divê karên girtina koçberan ji Îtalyayê ji bo welatên din lezgîntir bikin.

Hahn, ragihand ku di 3 mehên ewilî yên îsal de, ji 30 hezarî zêdetir kober gihane Îtalyayê, li gor her sê heman mehên sala borî, jimara koçberan ji %300 zêdetir bûye û komîsyon Îtalyayê destek dike. Hahn, di dewama axaftina xwe de got:

“Em Îtalyayê bi fonên xwe destek dikin. Îtalya ji sala 2015an heya niha ji fonên koçberiyê û lacê 2 milyar Euro sitendiye. Ji bo fona zêdetir, YA yê bi Îtalyayê re ji bo desteka malî hevdîtinan dike. Ti welatekî û siyasetekî bi serê xwe nikare koçberiyê îdare bike. Divê siyaseta Awrûpayê ya koçberan hebe. Bi kurtî, pêdiviya me bi peymana koçberiyê heye.”