Yekîtiya Ewropayê di 27ê Berfanbarê dest bi karanîna vaksîna vîrusa Korona dike

18 December 2020 11:29 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê di 27ê Berfanbarê dest bi karanîna vaksîna vîrusa Korona dike

PeyamaKurd – Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kempenya karanîna vaksîna vîrusa Korona, dê di 27ê Berfanbarê destpê bike.

Li ser Twitterê Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen eşkere kir: ‘’Di sînorên YE de, qonaxa pêşî ya kempenya karanîna vaksînê, dê di 27, 28 û 29ê Berfanbarê de destpê bike. Em hemwelatiyên xwe yên di yekîtiyê de diparêzin. Bi hev re, em xurttir in.’’

Von der Leyen da zanîn, komîsyona wan bo vaksînan berpirsiyeke girîng girtiye ser xwe û diyar kir, ku di sala 2021an de jî dê kempenya karanîna vaksînê bi lezgînî bidome.

Vîrusa Korona li Ewropa di Sibata 2020an de destpê kiribû.

Rûsya jî di nav de, li Ewropa heta niha 21 milyon kes bi vîrusa Korona ketine û bi qasî 500 hezar kes bi wê mirine.