Yekîtiya Ewropayê rexneyên tund li Esed û Rûsyayê girtin

05 July 2018 01:12 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê rexneyên tund li Esed û Rûsyayê girtin

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê yên li dijî Derayê ragihand ku "Ev êrîş bi eşkereyî hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî binpê dikin."

Li gor daxuyaniya nivîskî ku ji ofîsa Federîca Mogherîniya Nûnera Payebilind ya Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve ya NYê hat weşandin hat diyarkirin ku li Derayê êrîşên rejima Esed û alîgirên wê zêde bûne.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên dijî Derayê 270 hezar sivîlên li herêmê koçber bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş bi eşkereyî hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî binpê dikin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê pevçûn bisekinin û li gor peymana herêmên kêmkirina aloziyê alîkariya însanî ji bona xelkê Sûriyeyê bê şandin.