YEyê, dorpêçên li ser Rusyayê 6 meh dirêj kirin
PeyamaKurd- Konseya Yekîtiya Ewropayê, dorpêçên heyî yên li ser 1800 kes û rêxistinan a ji ber şerê li dijî Ukraynayê, 6 mehên din jî dirêj kirin.
Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Encumena Yekîtiya Ewropayê, dorpêçên ji ber şerê Rusyayê yên li hember Ukraynayê ku li ser 1800 kes û rêxistinên Rusyayê hatibûn sepandin, 6 mehên din dirêj kirin.
Konseya YEy, di daxuyaniya xwe de got ku "Meclisê îro biryar da ku bergirên sînordar ên ku yekparebûna axa Ukraynayê, serwerî û serxwebûna Ukraynayê xerab dikin an gefan dixwin; ji bo 6 mehan ango heta 15ê Adara 2024an dirêj bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin