YEyê, pêvajoya dorpêçên li ser Rusyayê dirêj kir

15 September 2022 14:32 0 dîtin
YEyê, pêvajoya dorpêçên li ser Rusyayê dirêj kir

PeyamaKurd- Rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan pêvajoya dorpêçên takekesî yên li ser Rusyayê, 6 mehên din jî dirêj kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî ya YEyê de hat diyarkirin ku ‘pêvajoya dorpêçên sînorkirinê yên li ser kesên ku zerarê didin yekîtiya axa Ukraynayê, serweriya wê û serxwebûna wê, heta 15ê Adara 2023yan hatiye dirêjkirin.’

Di dewama daxuyaniyê li ser êrîşên Rusyayê yên li dijî sivîlan jî şîrove hat kirin û wiha hat gotin:

“Yekîtiya Ewropayê, biryarên  Rusyayê yên êrîşên li ser binesaziya sivîlan bi biryardarî şermezar dike û bang li Rusyayê dike ku hemû yekîne û leşkerên xwe ji sînorên ku di nav raya giştî ya cîhanê de hatine qebûlkirin, bê şert û merc vekişîne.”

Dorpêça ku 6 mehên din jî hat dirêjkirin, bi giştî li ser 1206 kesan û 108 saziyan hatibû danîn. Di çarçoveya vê dorpêçê de hebûna mal û milkên wan kesan hatibû cemidandin û lîstekirin. Her wiha qedexe li ser veguhestina pereyan û çavkaniyên darayî yên ji bo wan saziyan jî hatibû danîn.