YNK: Bêyî PDKê em ê li Kerkûkê gavan nehavêjin
Peyama Kurd - Endamê Lijneya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rizgar Hacî Heme ragihand ku beriya avakirina reveberiya herêmî ya Kerkûkê ew ê bi partiyên Kurdistanî re bicivin. Hacî Heme anî ziman ku eger Kurd bi her aliyan re li hev bikin, wê postê Serokatiya Parêzgariya Kerkûkê bikeve destê Kurdan.
Rizgar Hacî Heme got: "Berî ku em bi civak yan partiyeke din re dest bi danûstandinan bikin, divê pêşwext bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bicivin û plan û bernameyên xwe parve bikin."
Hacî Heme her wiha diyar kir ku di mijara hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku wek 'Herêmên bi nakok' têne binavkirin û di serî de Kerkûk, hemû partiyên Kurdistanî xwedî berpirsyariyeke hevpar in û dom kir: "Ji ber vê yekê jî em ê di demeke nêz de serdana hemû partiyên Kurdistanî bikin lê belê helbet beriya her partiyan em ê bi PDKê re bişêwirin."
Endamê Lijneya Siyasî ya YNKê Rizgar Hacî Heme balê kêşa hevagahdarkirina YNK û PDKê û got: “Bêyî şêwira bi PDKê re em li Kerkûkê ti gavan navêjin. Em dikarin bi PDKê re, xwe ji bo danûstandinên baştir bi aliyên din re amade bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin