YNK: Divê bersiveke tund û bilez bidin Tirkiyê
PeyamaKurd - Fraksyona Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (YNK) li parlamentoya Iraqê bombebarankirina Seyrangeha Kunemasî ya nav sînorê parêzgeha Silêmaniyê weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir û ji hersê serokatiyên Iraqê xwest, bilez bersiveke tund bidin Tirkiyê.
YNKê bombebarana seyrangehê ji aliyê Tirkiyê ve, weke “binpêkirina serweriya Iraqê” bi nav kir û got, “Ew êrîş herwiha rêznegirtina Tirkiyê ji bo wan nameyên nerazîbûnê yên hikûmeta Îraqê ye, ku hikûmeta Iraqê radestî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê kirine.”
Fraksyona YNK herwiha daxwaz ji hersê serokatiyên Iraqê kir ku bi awayekî bilez bersiveke tund bidin Tirkiyê û vê carê ji bo rawestandina destdirêjiyên Tirkiyê bi awayekî cidî helwestê bigirin.
YNKê ji Wezareta Derve û nûnerên Iraqê yên li Encûmena Asayişê jî daxwaz kir civîneke ne asayî ya Encûmena Asayişa Navdewletî bikin, ji bo rawestandina operasyonên serbazî yên nava axa iraqê û biryarekê ji bo qerebûkirina wan sivîlan bistînin ku dibin qurbaniyê operasyonên leşkerî.
Fraksyona YNKê herwiha pêwîstiya avakirina komîteyeke yasayî anî ziman ji bo ku li dadgehên navdewletî doz li Tirkiyê werin vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin