YNK dixwaze careke din postê serokkomariyê jê re be

18 September 2018 22:39 0 dîtin
YNK dixwaze careke din postê serokkomariyê jê re be

PeyamaKurd - Endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed ragihand, ku ji bo postê serokkomariya Iraqê ew ti berbijêrekî veto nake û piştgiriyê nade ti kesan jî.

Li Dabaşan a Silêmaniyê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk li gel Endama Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Hêro Îbrahîm Ehmed û Pavêl Talebanî civiya.

Li gorî daxuyaniyeke YNKê di civînê de Hêro Îbrahîm Ehmed û Pavêl Talebanî eşkere gotine, ku baweriya YNKê bi yekrêziya nîştîmanî heye û dixwazin Kurd wek tîmekê kar bikin û xwedî heman nêrînê bin.

Derbarê postê serokomariya Iraqê de Hêro Îbrahîm Ehmed gotiye: “Ew post para Kurdan e û di nav Kurdan jî para YNKê ye. Ez ti berbijêrekî veto nakim û piştgirî nadim ti kesan jî. Encûmena serkirdetiyê dê namzedê serokkomariyê destnîşan bike.”

Herwiha Brett McGurk jî gotiye, ku ew piştgirî didin wê yekê ku tenê berbijêrek ji bo postê serokkomariyê hebe, ku ew kes jî xwedî ezmûn be di peywendiyên li gel Bexda û aliyên iraqî, ziman bizane û li gel welatan xwedî peywendiyên berfireh be.”

McGurk herwiha gotiye: “Amerîka Iraqê bicîh nahêle û ji bo bidestxistina mafên xwe piştgirî jî dide Kurdan.”