YNK ji bo merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî biryara xwe dide

06 June 2019 13:57 0 dîtin
YNK ji bo merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî biryara xwe dide

PeyamaKurd - Îro polîtburo û encûmena serkirdayetî yên YNKê dicive û biryarê li ser beşdarbûn an nebeşdarbûna merasima sondxwarinê ya Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê de dide.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Mistefa Çawereş ji medya Kurdistanê re ragihand, YNK û Berhem Salih bi fermî ji bo merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî hatine vexwendin, lê divê berî 10ê vê mehê ew li gel PDKê li hev bikin û hemû pirsgirêkan yekalî bikin.

Mistefa Çawereş got, ku beşdarbûna wan girêdayî çareserkirina pirsgirêkên bi PDKê re ye. Çavreş diyar kir, roja Pêncşemî Polîtboru û roja Înê Encûmena Serkirdatiya YNKê dicivin û biryarê li ser beşdarî yan beşdarnebûna YNKê di merasima sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de didin.

Di 10ê vê mehê de Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî dixwe, û bi fermî dest bikar dike.

Nêçîrvan Barzanî 28ê Gulanê di dengdana Parlamentoya Kurdistanê de, ji 81 beşdarên parlamentoyê dengê 68an wergirtibû û wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin.

Berî vê civîna parlamentoyê, PDK û YNK derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê, rewşa parêzgeha Kerkûkê û pirsgirêkên Hewlêrê yên bi Bexdayê re, rêkeftinek bi hev re îmze kiribûn.