Zaroka Efrînî bû namzeda Xelata Astiya Zarokan a Navdewletî

30 October 2022 15:03 0 dîtin
Zaroka Efrînî bû namzeda Xelata Astiya Zarokan a Navdewletî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zaroka 13 salî ya Efrînî Sîrîn Mazlûm Nasan, ji ber kar û xebatên xwe yên piştevaniya zarokan ku êş û azarên wan digihîne dinyayê ji bo Xelata Aştiyê ya Zarokan a Navdewletî hat namzedkirin.

Li gorî ragihandina Tora Sûrîyê ya Mafên Mirovan ku 29ê Cotmeha 2022an eşkere kiriye, Sîrîn ligel nêzîkî 170 zarokên cîhanê ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya Navdewletî hatiye qebûlkirin.

Sîrîn Mezlûm Nasan, keçeke 13 salî a ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye ku ev çend sal in berpirsiyariya parêzvaniya li zarokên wek xwe girtiye ser milê xwe û beşdarî gelek çalakiyên hunerî û civakî yên ji bo piştevaniya zarokan bûye.

Sîrîn serdana kampên koçberan dike û bi zarokan re beşdarî çalakiyên xêzkirina tabloyan û stranên banga aştî û azadiyê dikin dibe.

Herwiha Sîrîn piştgiriyê dide hevsalên xwe yên zarokên ku ji ber encamên şerê çekdarî li Sûriyê bandor li ser bûye. Di vîdyoyên ku hatine weşandin de xuya dike, ku Sîrîn tê de bi zimanê Kurdî û Erebî behsa peyama xwe ya piştgirîkirina hevsalên xwe dike û digihîne cîhanê: “Şer rawestînin. Em dixwazin zarokên Sûriyê jî wek hemû zarokên cîhanê mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin.”

Hêjayî gotinê ye, Sirîn tevlî komeke herêmî bûye û bi hevrêyên xwe re gelek stranên ku banga mafên zarokan li herêmên şer û pevçûnan û banga azadî û aştiyê dikin, pêşkêş kirine.

Akademiya Nobelê ji sala 2005an ve, Xelata Aştiyê ya Navdewletî ya Zarokan her sal dide zarokeke ku ji bo mafên zarokan têkoşîn daye.