Zelenskiy: Li herêma Kurskê 74 jîngeh ketin bin kontrola me
PeyamaKurd - Artêşa Ukraynayê di 6ê Tebaxê de li herêma Kurskê ya Rûsyayê li ser sînor operasyoneke sosret da destpêkirin.
Hefteyek di ser operasyona ku Ukraynayê li herêma Kurskê ya Rûsyayê dabû destpêkirin re derbas bû û Rûsya ji bo kontrolkirina êrîşê têdikoşe.
Êrîşa li ser herêma Kurskê êrîşa herî mezin a Ukraynayê bû ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve li dijî Rûsyayê dest pê kiribû û di şerê ku ji sala 2022’an û vir ve berdewam dike de xaleke zivirînê ye. Di heman demê de ev êrîşa yekem e ku ji hêla leşkerên Ukraynayê ve ne ji hêla şervanên Rûs ên alîgirên Ukrayna ve tê birêvebirin.
Operasyona ku artêşa Ukraynayê di 6ê tebaxê da dabû destpêkirin di bin veşarî da tê kirin. Ne diyar e ku Ukrayna bi êrîşa Kurskê çi armanc kir.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ragihand ku li herêma Kurskê ya Rûsyayê 74 wargeh di bin kontrola leşkerên Ukraynayê de ne.
"74 wargeh di bin kontrola Ukraynayê de ne"
Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya li ser kanala xwe ya Telegramê da diyar kir ku der barê rewşa li eniya şer da bi Serfermandarê Giştî Oleksandr Sırskiy ra hevdîtinek pêk aniye.
Zelenskiy diyar kir ku artêşa Ukraynayê li herêma Kurskê bi pêş ve diçe û wiha got:
"Li herêmê 74 niştecih di bin kontrola Ukraynayê de ne. Li van deran kontrol tên kirin û tedbîrên pêwîst tên girtin. Ji bo pirsgirêkên alîkariya însanî li vir çareserî tên pêşxistin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin