Zelensky rexneyên tund li NATOyê girtin: Rûsya tenê li Ukrayna nasekine…

24 March 2022 16:01 0 dîtin
Zelensky rexneyên tund li NATOyê girtin: Rûsya tenê li Ukrayna nasekine…

PeyamaKurd - Serokê Ûkraynayê Valodimir Zelenskiy, îro 24ê Adarê di roja 30yemîn a êrîşa Rûsyayê bi ser welatî wî de, ji lutkeya NATO ya ku îro li Brukselê civiya re axivî.

Zelensky rexneyên tund li NATO û hevpeymanên wê girtin ku ji ber êrîşên Rûsyayê bi hawara wan de nehatiye û got: “Ji kerema xwe qet nebêjin artêşa me ne li gorî standardên NATOyê ye. Me şiyana standardên xwe nîşan da. Ji bo ewlehiya Ewropa û cîhanê me şiyana xwe di şerê 30 rojan de nîşan da.”

Zelensky careke din banga alîkariyê kir û diyar kir, ji bo rizgarkirina bajaran pêwîstiya wan bi alîkariyên leşkerî heye û da zanîn, wê Rûsya cebilxaneya xwe bi giştî li hember wan bikar bîne.

Herwiha Zelensky bal kişand ser ku wê Rûsya tenê bi êrîşa ser Ukraynayê nesekine û êrîşî welatên Baltik û Polonya jî bike ku wê teqez vê bike û got: “Gelo wê demê wê NATO dev ji berteka xwe ya nîgeranbûnê berde? Kî ji vê ewle dibe? Gelo hûn bawer dikin madeya 5 a NATOyê bikêr were? Momeranduma Budapeştê bi kêrî me nehat.”

Li aliyê din Zelensky beriya bi rêya vîdyo konferansê beşdarî civîna NATO bibe jî peyamek belav kiribû û gotibû: “Em ê îro bibînin kî dost e û kî dijmin e. Kî li Kîevê ji bo pere şer dike em ê bibînin.”