1 mîlyon kes tevlî xwepêsandanê bû

02 January 2020 00:50 0 dîtin
1 mîlyon kes tevlî xwepêsandanê bû

PeyamaKurd- Li herêma otonom Hong Konga bi ser Çînê ve di serê sala nû de, bi daxwaza lêpirsîna serbixwe ya bo hêzên ewlekariyê û bo girtiyan efû derê, li parka Victoriayê meşê kirin û li gor ragihandina çapemeniyê di ser 1 mîlyon kes de tevlî meşê bûne.

Piştî çalaki destpêkir polîs ji wan xwest ku dawî li çalakiya xwe bînin. Lê xwepêşandêr li gelek deverên bajêr barîkatan danîn û rêyan girtin. Cama bankekî şikest, ATM ji çalakiyan zerarê dîtin. Hinek dukkan zerarê dîtin û xwepêşandêr bi molotofkokteylan li polîsan dan.

Polîs bi ava şid, bombeyên deng, bi xazê û fişekên plastîk mudaxelê bi xwepêşandêran kirin. 10 kes hatin binçavkirin lê dibe ku ev jimara zêdetir bibe.

Rêvebiriya Hong Kongê ragihand ku wê bi aramî tevbigere û têkiliyên xwe bi xelkê re xurt bike.