Sîstanî: “Tevlî xwepêsandanên Sadr nebin”
PeyamaKurd- Baregeha maqam a olî ya Şî’ayên Iraqê Ayetullah Alî Sîstanê bo piştgirên xwe got ku tevlî xwepêşandanên grûba Sadr nebin. Grûba Sadr biryarê daye ku di 24 ê mehê de xwepêşandanên mezin bike. Sadr, piştî kuştina Qasim Silêmanî fermana xwepêşandana li dijî leşkerên Amerîkayê dabû.
Sadr vê tevgera xwe piştî biryara meclisa Iraqê ku bo derxistina leşkerên biyanî ji Iraqê dabû, dest bi xwepêşandanan kiribû. Hem belgeyên di dest de nîşan didin ku bo xwepêşandanên Basrayê bixin nav Bexdayê, bo birin û anîna xwepêşandêran, erebeyên dewletê bikartînin. Ev jî tê vateya ku malê dewletê bi awayeka xerab bikartînin.
Sîstanî bûyeran bi hezir dişopîne û dibêje ku ew endîşe dike ku mîzana di welat de, xerab bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin