2 rojan derketina derve hat qedexekirin

01 June 2020 23:12 0 dîtin
2 rojan derketina derve hat qedexekirin

PeyamaKurd- Li Amerîkayê li ser kuştina George Floyd xelk rabû piya û heya niha li seranserê Amerîkayê ti aramî çênebûye. Her diçe bûyer zêdetir dibin û belav dibin. Li ser zêdebûna bûyeran û xwepêşandanan li Washingtonê bo 2 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Şaredarê Washingtonê Muriel Bowser, li ser bûyerên ku 2 rojin dewam dikin civîna çapemeniyê lidarxist.

Bowser got ku di xwepêşandanên protestoyî de, duhî gelek ciyên kar hatine yaxmakirin, agir berdane gelek ciyan û weha dewam kir:

“Li gor qanûna bingehîn xala 1 ê; mafê herkesî heye ku xwepêşandan bike lê wexta vêya dikin divê bajarê me yaxma nekin. Hêzên asayîşê dixebitin da asayîşa bajêr temîn bikin û îşev siet ji 19.00 ê êvarê heya 2 rojan derketina derve hatiye qedexekirin.”