30 mîlyar dolarê Îranê wenda ye

12 May 2019 00:57 0 dîtin
30 mîlyar dolarê Îranê wenda ye

PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê Sanayî, maden û bazirganiyê yê Îranê Huseyin Mîr Şucaiyan ragihand ku Îran, di derveyê petrolê de 40 mîlyar dolar mal şandine derveyê Îranê û ji 40 mîlyarî 30 mîlyar dolar neketiye bazara Îranê. Şûcaiyan bang li bazirganan kir ku wî pereyî bînin welat.

Şûcaiyan xwest ku ew pere dagere nav bazara Îranê û got ku bi sedema îxracata petrolê pirsgirêkên Îranê hene, pêdiviya Îranê bi wî pereyî heye an dikarin ji dêlva pere de malên ku pêdiviya Îranê pê heye, bînin nav bazara Îranê.