72yemîn Festîvala Cannesê destpê kir
PeyamaKurd - Yek ji girîngtirîn çalakiya sînemayê, 72yemîn Festîvala Cannesê li bajarê Cannesê yê Fransayê destpê kir.
Festîvala Cannesê ya ku dê heta 25ê gulanê bidome, bi merasîma vekirine û galaya fîlmê Jim Jarmusch ê bi navê 'The Dead Don't Die' û meşa li xalîçeya sor destpê kir
Serokê Festîvalê yê îsal lîstikvanê meksîkî yê xelatgirê Oscarê Alejandro Gonzalez Inarritu ku bi fîlmên xwe yê bi navê , 'The Revenant' û 'Birdman' tê naskirin.
Ji bo festîvalê zêdetirî 4 hezar rojnameger û ji 90 welatên cuda 2 hezar saziyên ragihandina medyayî akredîte bûne. Festîval wê 12 rojan dewam bike û tê çaverêkirin ku nêzîkî 200 hezar kes seredanê wê bike.
Le 72ème Festival de Cannes est déclaré ouvert !
— Festival de Cannes (@Festival_Cannes) 14 Mayıs 2019
—
The 72nd Festival de Cannes is declared open!
—#Cannes2019 #Cannes72 pic.twitter.com/a2h1uRnxR3
Di festîvalê de 700 kes ji bo ewlehiyê hatine erkdar kirin. Herweha ji bo bergiriya ewlehiyê û li hemberî îhtimala êrişeke bi wesayît 665 bariyerên betonî hatine danîn.
#RedSteps THE DEAD DON'T DIE by Jim Jarmusch ! #Cannes2019 #Competition https://t.co/8wIw9oawdi
— Festival de Cannes (@Festival_Cannes) 14 Mayıs 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin