834 Heciyên Kurd sibe vedigerin Kurdistanê
PeyamaKurd - Rêveberiya Hec û Umre ya Kurdistanê ragihand ku yekemîn karwana heciyên Kurdistanê sibe vedigere Kurdistanê.
Rêveberiya Hec û Umre ya Kurdistanê diyar kir ku ferîzeya heca îsal xilas bûye û ji ber wê jî heciyên Kurdistanê dê ji sibê ve dest bi vegera Kurdistanê bikin.
Hat ragihandin ku yekemîn karwana heciyên Kurdistanê ku hejmara wan 834 kes in, sibe vegerin Kurdistanê.
Tevahiya heciyên Kurdistanê jî dê heta roja 29ê vê mehê vgerin Kurdistanê.
Li gorî amarên Rêveberiya Hec û Umre ya Kurdistanê îsal zêdetirî 7 hezar kes ji Başûrê Kurdistanê çûne hecê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin