Amerîka dixwaze cezayên zêdetir bide Îranê

09 September 2022 13:58 0 dîtin
Amerîka dixwaze cezayên zêdetir bide Îranê

PeyamaKurd –  Amerîka ji ber Tehranê bi wê yekê tohmetbar dike ku dron daye Rûsyayê da ku li dijî Ukraynayê bi kar bîne, dixwaze cezayên zêdetir bide Îranê.

Li gor Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê roja Pêncşemê 8ê Îlona 2022yan diyar kir, cezayên zêdetir bi ser Supaya Pasdaran û hejmarek kompaniyên Îranê de disepînin, ji ber ku dronên serbazî yên nû daye Rûsyayê, da ku li dijî Ukraynayê bi kar bînin.

Herwiha Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye, ev ceza di pileya yekem de Supaya Pasdaran a Îranê li xwe digre, ji ber ku ew di "lîsteya terorê" ya Amerîkayê de ye.

Amerîkayê hejmarek ceza bi ser Supaya Pasdaran a Îranê de sepandiye û wan bi hewldana bidestxistina çekê atomî tohmetbar dike.

Alîkarê Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Teror û Îstixbarata Darayî Brian Nelson da zanîn, Amerîka hemû sizayên sepandî yên ser Rûsya û Îranê weke xwe cîbicî dike û hemû ewên piştevaniya Rûsyayê dikin di şerê dijî Ukraynayê de rûbirûyî cezayan têne kirin.