Amerîka dorpêçan danî ser 9 sîrketan

09 February 2023 23:35 0 dîtin
Amerîka dorpêçan danî ser 9 sîrketan

PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê bi sedema ku hilberîn, firotin û sewqiyata petrola Îranê dikin, tedbîrên dorpêçê danî ser 9 şîrketan. Wezareta xezînê beşa OFAC ê ya Amerîkayê ragihand ku 9 şîrketên petrol û berhemên petrokimyayê hildiberînin, difroşin û sewqî kiryoxên Asyayê dikin û rola wan gelek girînge, wan xistiye lîsta reş.

Şîrketên ketine nav lîstê 6 ji wan navenda wan Îrane û hilberînerên petrokimya ne an rêxistinên wan yên talî ne. Her sê şîrketên din berê jî qedexe li serê hebû ya bi navê Triliance Petrochemical e lê li ser navê wê 3 şîrketên ku tevidgerin yên Malezya û Sîngapûrî ne.

Musteşarê wezareta xezînê yê ji îstîxbaratê berpirs Brian Nelson ragihand ku Amerîka lîsta dorpêçan îhlal dike û petrolê difroşe welatên Rojhilatê Asya.