Amerîka û Tirkiyê daxwuyaniyekî hevpar dan
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Bliken li ser civîna ku bi hevre li New Yorkê kirin, dawuyaniyekî hevpar dan. Di daxwuyaniyê de weha gotin:
“Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku her dû hevkarên hev yên NATO ne, erêkirina hevkariya xwurt kirine, di çarçoveya Mekanîzma Stratejîk ya Tirkiye_Amerîka de, roja 18 gulanê li New Yorkê bi hevre civiyane. Tirkiye û Amerîka li hemberê ceribandinên jeopolîtîk wê bi hevre xebatê bikin. Her dû welat kirine hedefa xwe ku di çarçoveya Mekanîzma Stratejîk ya Tirkiye-Amerîka de çawa hatiye destnîşankirin, hevkariya duqolî bi zelalî û erênî wê di rêya diyalogê de bipêş bixin.
Her dû wezîr li ser xwurtkirina mijarên bergiriyê, têkoşîna li hemberê terorê, enerjî, ewlehiya xidayan, têkoşîna li hemberê guherîna kêşûhewayê, têkiliyên bazirganî, ji bo zêdekirina şêwrên li ser mijarên herêmê biryarê dane. Di mijara şerê Rûsya-Ûkrayna de desthilat û yekîtiya axa Ûkraynayê destek dikin. Ji bo dawiyê li şer bînin Tirkiye û Amerîka desktekê didin da çareseriyê bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin