Artêsa Tirkiyeyê êrisî Efrînê kir

05 March 2024 14:12 0 dîtin
Artêsa Tirkiyeyê êrisî Efrînê kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku artêşa Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê êrişî çar gundên Efrînê kirine.

Jêderên herêmî ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê li gel komên çekdar ên girêdayî wê, îro gundên Medîwne, Dêrqaq, Xerabşe û Til Înabê yên qezaya Şehbayê ya Efrînê topbaran kirine.

 Di derbarê ziyanên êrişê heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Tirkiyeyê doh jî gundê Dendeneyê yê Minbicê bombebaran kiribû û di encama êrişe de xaniyên şêniyên Minbicê ziyan dîtibûn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê, li gel komên çekdar ên girêdayî opozisyona Sûriyeyê, di 20ê Kanûna 2018an dest bi  dagirkirina bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê kiribû û piştî şer û pevçûnên 58 rojan Efrîn hatibû dagirkirin.