Berdevkê PDKê bersiva Talebanî da
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku, bi ti şêweyê ew ne li gel daxwaza paşxistina hilbijartinan re ne.
Berdevkê PDK Mehmûd Mihemed di dxuyaniyekê de ragihand: “Di merasîma vekirina Têrmînala nû ya firokxaneya Silêmaniyê de Qubad Talebanî diyar kir,ku hemû partî û aliyên siyasî li gel daxwaza paşxistina hilbijartinan re ne, lê kes newêre behsa wê yekê bike.”
Derheqê vê yekê Mahmûd Mihemed da zanîn ku, ne pêwîst bû Qubad Talebanî wî mafî bide xwe û bi navê hemû partiyan biaxife, ji ber her partiyek helwesteka xwe heye, bi rêya dezgehên xwe dikarin nerîna xwe derbirînin.
Herwiha berdevkê PDK Mehmûd Mihemed tekez kir, bi tu şêweyê PDK ne li gel daxwaza paşxistina hilbijartinan re ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin