Berxwedana Îslamî êrisî baregehên Amerîkayê kir

24 November 2023 15:21 0 dîtin
Berxwedana Îslamî êrisî baregehên Amerîkayê kir

PeyamaKurd - Grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê da zanîn ku wan bi 4 dronan êrişî hêzên Amerîkayê yên li Hewlêr û Enbarê kiriye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku ji milîsên Şîe pêk tên ragihand ku wan bi çar dronan êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê ev êriş, li Hewlêrê û parêzgeha Enbarê ya Îraqê pêk hatine.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê, da zanîn ku ev êriş bersivek in ji bo êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û got:

“Me bi du dronan êrişî Baregeha Eyn Esedê ya li Enbarê û bi du dronan jî êrişî baregeheke Amerîkayê ya li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kir.”

Rayedarekî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jî ev êriş piştrast kir, lê diyar kir ku ev dron ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ve hatine xistin.

Rayedarekî Amerîkayî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji AFPyê re got ku xeyn ji van her çar êrişan, êrişî baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê jî hatiye kirin.

Rayedarê Amerîkayî da zanîn ku di van êrişan de ti xisara canî û madî ya hêzên wan çênebûye.

Li aliyê din, ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 72 caran êrişî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.