Bexdayê komîteya tomarkirina dengdêran sand Kerkûkê

23 September 2019 18:03 0 dîtin
Bexdayê komîteya tomarkirina dengdêran sand Kerkûkê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro biryar e îro komîteya şopandina tomara dengderan serdana bajarê Kerkûkê bike ku ti endamên Kurd û Tirkmen di wê komîteyê de tune ne.

Hat zanîn ku beriya hilbijartinên meha 12 yên 2020an ên parêzgehan û serjimariya giştî ku biryar e Nîsana 2020an were encamdan, îro komîteyeke şopandina dengdêran hatiye avakirin û bo Kerkûkê tê şandin.

Komîte ji wezaretên Bazirganî, Navxwe, Tendirustî û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hatiye pêkanîn û wê amadekariyê ji bo hûrbînîkirina tomara dengderên Kerkûkê bikin.

Hêjayî gotinê ye, Kurd û Tirkmen ji ber sextekariyên tomarkirina dengan bi şik li hewlên hikûmeta Iraqê dinêrin.

Tirkmen jî herwiha aliyê Kurd bi zêdekirina 100 hezar dengên bo partiyên Kurdî tawanbar dikin.

Aliyên Kurdistanî tevî hewlên sextekariyan di tomarkirina dengdêran de jî biryar dane ku bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê û bi hêvî ne ku bi ser bikevin.