Brett McGurk seredana polîtburoya PDKê kir

07 October 2018 17:47 0 dîtin
Brett McGurk seredana polîtburoya PDKê kir

PeyamaKurd- Berpirsê taybet yê serokê Amerîkayê yê ji têkoşîna li dijî DEAŞê berpirse McGurk bi heyeta xwe ve îro seredana polîtburoya PDKê kir û ji aliyê sekreterê partiyê de ji aliyê Fazil Mîranî de hat pêşîwazîkirin. Di civînê de hemû endamên polîtburoyê amade bûn.

McGurk di seredanê de behsa girîngiya rola PDKê kir û xwest ku tevli damezrandina hukumeta nû ya Bexdayê bibe da di Iraqê de aramî û seqamgirî çêbibe. Mijara herî girîng avakirina hukumeta Bexdayê bû.

Di civînê de ne tenê avakirina hukumetê lê hinek mijarên dinê jî hatin guftûgo kirin.