Brîtanyayê, hisyariya pêla koçberiya girseyî kir

04 October 2023 16:30 0 dîtin
Brîtanyayê, hisyariya pêla koçberiya girseyî kir

PeyamaKurd- Wezîra Karên Navxweyî ya Brîtanyayê Suella Braverman hişyariya ku dê Brîtanya bi pêleke koçberiya girseyî re rû bi rû bimîne kir.

Braverman di konferansa salane ya Partiya Muhafezekar a desthilatdar a li Manchesterê de axivî û îdia kir ku Brîtanya û cîhan dê di salên pêş de bi "pêleke koçberiyê ya girseyî" re rû bi rû bimîne û bal kişand ku ji bo parastina sînoran, çi ji destên wan bê; ew ê bikin.

Wezîr Braverman got, “Dilovaniya gelê Brîtanî di derbarê qebûlkirina koçberan ji bo Brîtanyayê nayê pirsîn, lê rapirsiyên raya giştî nîşan didin ku dengdêr "bawer dikin ku koçberî jixwe gelek zêde ye."

Braverman amaje bi Qanûna Mafên Mirovan a ku ji aliyê hikûmeta Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair ve hatiye derxistin, îdia kir ku ev qanûn serdestiyê dide sûcdar û koçberên neqanûnî û got:

"Welatê me, di nav tevneke qalind a qaîdeyên navneteweyî yên ku ji bo serdemeke din hatine amadekirin de ye û Partiya Karker e ku bi derxistina Qanûna Mafên Mirovan a bi navê xelet bandora van rêbazan zêde kiriye."