CHP: Dubarekirina Hilbijartinên Stenbolê ‘koteda’ ye!

07 May 2019 10:58 0 dîtin
CHP: Dubarekirina Hilbijartinên Stenbolê ‘koteda’ ye!

PeyamaKurd - Partiya Komariya Gel (CHP) biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ji bo duberekirina hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wekî kotedayeke li dîjî îradeyê gel bi nav kir.

Berdevkê CHPê Faik Ozturk di civînekê rojnamevanî de ragihand, îro sêşemê (07.05.2019) rayedarên partiyê bi endamên xwe li Parlemantoya Tirkiyê re dicivin û derbarê biryara YSKê ji bo dubarekirina hilbijartina Şaredariya mezin a Stenbolê guftûgo dikin.

Berdevkê CHPê Oztrak biryara lijneyê wekî ‘koteda’yeke li dijî îradeya gel bi nav kir û tekez kir jî ku ew bêdeng nabin.

Lijneya Bilinda Hilbijartina Tirkiyê, hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê hilweşand û biryara dubarekirina hilbijartinê da. Biryar e hilbijartin di 23'ê Hezîrana bê de bê dubarekirin.

YSKê mazbataya berendamê Partiya Komariya CHP Ekrem Imamoglu radest kiribû û ew wekî Şaredarê Stenbolê destnîşan kiribû jî betal kir. Li gorî wê dê din ava endamên meclisaşaredariyê kesek were hilbijartin heta ku hilbijartin çêbibe.