Dadgehê biryara girtina Ferhat Tûnç da
PeyamaKurd – Tirkiyê doz di derbarê stranbêj Ferhat Tûnç de ji ber parvekirinên wî yên medya civakî yên 2016an, bi iddiaya ku “heqaret” li Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirimî kiriye vekiribû û 4emîn danişîna dozê pêk hat.
Li gor zanyariyan, danişîn do li 16em Dadgeha Cezê û Eslîyê ya Buyukçekmeceyê pêk hat. Di danişînê de parêzerê Tûnç gotiye miwekîlê wî li derveyî welat dijî û ew nizane miwekîlê wî wê kengî vegere welat.
Herwiha dozgeriyê daxwaz kiriye ku derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê were dayîn.
Desteya Dadgehê biryara girtina Tûnç daye û danişîn taloqî 17ê Adara 2021an kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin