Demsala çinîna bittiman (kizvan) destpêkir

12 October 2022 23:59 0 dîtin
Demsala çinîna bittiman (kizvan) destpêkir

PeyamaKurd – Bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê bi hilberîna bittiman (kizvan) tê naskirin. Li gundên bi ser navenda bajarê Sêrtê li Fersah, Halenze û Tomê xelk dest bi çinîna kizvanan (menengiç an şingêl) kir.

Bittimên darên şingêlan ji bo debara gundiyan perê baş tîne û hem kizvan darên çandinîne. Li gor bazara bittiman; sala borî kîloya bittiman bi 300 lîreyê Tirkiyê bû û îsal ji ber bittim kêmin kiloya wan 400-500 lîre ye. Berhemên îsal tevî ku başin jî nava kizvanan valaye û giraniya wan kême lewre bihayê wan zêdeye.

Ji kizvanan qehwa menengiç, sabûn û derman çêdibin.