DYA îlawe leskeran disîne Rojhilata Navîn

23 September 2024 22:01 0 dîtin
DYA îlawe leskeran disîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta berevaniyê (Pentagon) yê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) tumgeneral Pat Ryder, piştî şerê navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê geş bû, ragihand ku wê bêhtir leşkeran li Rojhilata Navîn bicîh bikin.

Ryder, di mijara zêdekirina leşkeran de agahî neda. Negot dê çend leşkeran li Rojhilata Navîn zêde bikin û wê li Rojhilata Navîn çi karî bikin. Navê welatên ku wê leşkeran lê zêde bikin jî neragihand.

Bi hesabê îro jimara leşkerên DYAyê yên li Rojhilata Navîn li dora 40 hezariye.