DYAyê dîplomatê Çînê dersînor kir

04 September 2024 21:38 0 dîtin
DYAyê dîplomatê Çînê dersînor kir

PeyamaKurd – Li gor çapemeniya DYAyê; piştî cîgira parêzgerê New Yorkê Kathy Hochul li ser navê Çînê bi sîxwurî hat tewanbarkirin, DYA balyozê Çînê yê New Yorkê dersînor kir.

Di nûçeyan de, di dema ahengekî de Hochul mijarê weha ragihandiye:

“Daxawaza dersînorkirina balyoz hatiye teblîxkirin û êdî nema misyona balyoz ya New Yorkê maye û jê re gotine.”

Wezareta karên derve ya DYAyê û balyozxana Çînê ya Washingtonê di mijarê de heya niha teştekî negotiye.

Do, ji cîgirên Hochul ya kevin Linda Sun (41) hat tewankirin ku bi milyon dolaran û bi sitendina diyariyan casûsiya Çînê kiriye. Sun û zilamê wê Chris Hu, piştî do sibê hatin girtin, li ber dadgerê Sulhê yê li Brooklyn a DYAyê, tewanbaran red kirin.

Hat gotin ku Sun nehiştiye nûnerên hukumeta Taywanê bi rayedarên DYA re hevdîtinan bikin. Li gor dozgerên federal yên Brooklynê; çawa Sun nehiştiye nûnerên Taywanê bi rayedarên DYA re hevdîtinan bikin her weha di asta bilind de rayedarekî eyaleta New Yorkê eyar kiriye ku seredana Çînê bike û li hemberê van xizmetan, nûnerên Çînê, ji ber xebatên bazirganî yên Hu li Çînê hene, îhaleyan dane wî

Dozger gotin ku Sun û Hu perên ku ji Çînê sitendine pê erebeyekî Ferrari Roma ya 2024 model kirine li New Yorkê li Long Islandê û li Hawaiyê li Honoluluyê bi 6 milyon dolarî mulk kirine.

Ji ber Sun wezîfa xwe bi xerabî bikaraniye di Adara 2023an de ji ser kar xistibûn.