Dîplomatê Rûsî hate dersînorkirin

20 March 2024 18:33 0 dîtin
Dîplomatê Rûsî hate dersînorkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dîplomatekî rûsî yê li welatê Estonyayê ku li Balyozxaneya Rûsya kar dikir, bi hinceta ‘belgeyên nepen’ eşkere kirine, hatiye dersînor kirin.

Wezareta Derve ya Estonyayê ragihandiye ku dîplomatekî rûsî yên li Balyozxaneya Talinn a Rûsyayê kar dikir, bi hinceta ku belgeyên nepen eşkere kirine hatiye dersînorkirin.

Wezaretê daye xuyakirin ku di doza cezayê ya hatiye encamdan de, derketiye holê ku wî dîplomatî belgeyên nepen ên Estonyayê bi dest xistine û li ser platformên medya civakî belav kirine. Herwiha hate diyarkirin ku meslehetguzarê rûsî hatiye bangkirin û li ser mijarê notaya protestoyê bo Rûsyayê hatiye dayîn.

Wezîrê Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna gotiye, divê dawî li êrîşên Rûsyayê yên ewlehiya welatê wan dixe xeterê were û ew dê li hember ti destwerdaneke navxweyî bêdeng nemînin.